Serkirdeyekî Eniya el-Nusrayê li Idilbê hat kuştin

Serokê berê yê Encûmena Şûra ya Îslamî li Misrê û serkirdeyê Eniya el-Nusrayê di êrîşeke Hevpaymeniya Navdewletî li Idliba Sûriyê hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê berê yê Encûmena Şûra ya Îslamî li Misrê û serkirdeyê Eniya el-Nusrayê di êrîşeke Hevpaymeniya Navdewletî li Idliba Sûriyê hate kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan raghand, ku di encama oprasyoneke Hevpeymaniya Nêvdewletî de, li parêzgeha Idlbê, serkirdeyê Eniya el-Nusrayê Refayî Ehmed Taha hat kuştin.

Taha beriya ku tevlî Qaide bibe, di komên îslamî de kesatyekî mezin bû û berpirsê komkujiya “El-Uqsur” bajarê şûnwarî ya Misrê bû, di sala 1997 de ku di encam de 58 geştiyar hatibûn  kuştin, herwiha hevalê Serokê Qaidê yê berê Osama Binladin li Efxanistanê bû.