Barzanî: Bê hevpişkî, tengije nahên çareserkirin
K24- Hewlêr:
Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, li gel Eyad Elawî, serok ê Îtlaf a Nîştîmanî ya Îraqê, li Selahedînê kom bû û nerîn ên xwe li ser rewş a Îraqê, tengije ya sîyasî û çawanî ya çareserkirin a tengijeyan pêşkeşî hevdû kirin.
Barzanî û Elawê li serewê yekê hev ra û hev berîn bûn ku pirose ya sîyasî bê pabendbûn a alîyan bi pirênsîp ên hevpişkîyê naçe pêş û tengije jî nahên çareserkirin.
Tekez jî li ser ewê kirin ku bi bê hevpişkî tengije yên Îraqê nahên çareserkirin û herdû alî ra û nerîn ên xwe li ser rewş a Îraqê û tengije ya sîyasî û çawanî ya çareserkirin a tengijeyan bi hev re behskirin, ku têde: Barzanî sîyaset a Herêm a Kurdistanê li ser evê yekê, bo şand a Îtlaf a Nîştîmanî ya Îraqê xuya kir.
Serokatî ya Herêm a Kurdistanê ragehand: Barzanî û Elawî li ser ewê yekê hev ra û hev nerîn bûn ku pirose ya sîyasî bê pabendbûn a alîyan bi pirênsîp ên hevpişkîyê ber bi pêşve naçe û tengije jî nahên çareserkirin.