Li Enqerê di xwepêşandanekê de 10 kes hatin girtin

Li Enqere paytexta Tirkiyê, avakirina konbajarê penaberan li Maraşê hat şermezarkirin. Polîsan êriş li xwepêşandanan kir û 10 kes hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Enqere paytexta Tirkiyê, avakirina konbajarê penaberan li Maraşê hat şermezarkirin. Polîsan êriş li xwepêşandanan kir û 10 kes hatin binçavkirin.

Girseya xwepêşandêran îro li navçeya Mamak ya Enqerê hatin ba hev û xwastin ber bi meydana Tûzlûçayirê bimeşin. Polîsan pêşiya xwepêşandêran girt û dan xuyakirin destûra meşê nîn e.

Dema ku xwepêşandêran xwastin bimeşin, polîsan bi bombeyên gazê, fîşekên plastîk û ava bizext xwepêşandêr belav kirin. Di aloziyê de 10 xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Hikûmeta Tirkiyê biryar dabû ku nêzîkî parêzgeha Maraşê bo 27 hezar penaberên Sûriyê, kon-bajarekî ava bike.

Niştecihên Alevî yên bajarê Maraşê ku bi tevahî kurd in, dibêjin penaber li ser axa wan tên bicihkirin û îdîa dikin ku, hikûmet hewl dide demografiya herêmê biguhêre.