Kongreya Olên Cizîrê û Bakurê Sûriyê li Amûdê birêve çû

Li jêr diruşma hezkirin, aştî û dadmendiyê, Dîdara Olên Cizîrê û Bakurê Sûriyê tê lidarxistin, ku beşek ji olnasên Îslamî, Xiristiyan û Êzdî li xwe digre.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4f9c8763-036a-4fe7-be01-3b3e29248f26/didar-amude1.ism/manifest

K24 – Amûde

Li jêr diruşma hezkirin, aştî û dadmendiyê, Dîdara Olên Cizîrê û Bakurê Sûriyê tê lidarxistin, ku beşek ji olnasên Îslamî, Xiristiyan û Êzdî li xwe digre.

Hejmarek ji jinên Kurd yê Êzdî yên ku di kongir de beşdar in, bi hêvî ne ku gilî û gazindên xwe bighînin oldarên deverê û raya giştî. Nûnera ola Êzdahiyê li dîdara olan Zahîde: “Niha bi hezara jinên Êzdiyan di destê DAIŞê de hene û li dewletan têne firotin, ta niha bazirganî bi jinên Êzdî dibe, herweha serê zarok û kalên me hatin jêkirin, ziyaneke pir mezin gihişte me.”

Li gor kesên beşdar di kongir de, ji bilî belavkirina hêzên mayinde ango mamnavendî di navbera civakê de, pêwîst e hevahengiyek hebe di navbera oldarên deverê, ji bo rûbirûbûna grûpên tundrew yên ku pêkhatên deverê dikine armanc û bi taybetî pêkhatên Êzdî û Xiristyanî.

Serokê Asaqifê Siryanên Katholîk li Hesekê û Nisêbînê Cak Behnam Hindo: “Hizra tundrê di ti olan de ne hatiye, îslam oleke pîroz e û dema ku rêxistina DAIŞê serê xelkê jêdike, ew bixwe dijîtiya îslamê dike.”

Serokê Desteya Karûbarên Olî li Kantona Cizîrê Mihmedê Xerzî: “Wê komîtên pêwendiyan û lihevhatinê çê bibin û yên şopandina danûstandnên van olan bi hev re, û bi helwest û nameyeke mamnavendî ji her sê olan ji bo rûbirûbûna ramana tundrew û radikal ku bi navê olan dibe.” 

Li gorî şopîneran dîdarên hevawa dê bibin bingehekî rasteqîne ji bo bi hêzkirina jiyaneke aştyane û hevbeş, herweha dê bibe gavek ji bo avakirina Sûriyeyake piralî.