Di kongreya HDPê li Setnbolê de hilbijartinên hevserokatiyê

Bi dengdayîna 550 delegeyan Erbaş û Yilmaz bûn hevserokên nû yên HDPê yên Stenbolê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c5d0a1cb-b953-4f40-aff5-d30876203b35/KongreyaHDP.ism/manifest

K24-Stenbol

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattîn Demîrtaş, li Stenbolê di kongreya partiya xwe de axivî. Demîrtaş daxwaza mafên wekhev û welatê hevpar kir û diyar kir ku wan tu caran piştevaniya şer nekirine û kuştina mirovek jî wek ehlaqî û siyasî nîn e.

Ji bo hilbijartina hevserokên HDPê yên Stenbolê li salona werzîşê ya girtî ya Sînan Erdemê yekemîn kongreya derasayî hat sazkirin. Di gel hemwelatiyan parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê jî hatin kongreyê.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî tev li kongreyê bû û bangî Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıçdaroglu kir.Di banga xwe de wiha got: "Aştî li ser heqîqatan tê avakirin. Hûn wek nûnerên serdestan derkevin behsa vî tiştî bikin. Ji ber ku em sîstema wan a nîjadperest têk dibin gef li me dixwin. HDP ji bo guhertina dîroka derew û peymana Sykes Pîckot ya 1916'an a ku hebûna gelan înkar dike hatiye avakirin. Hebûna me hêvî da bindestan."

Demîrtaş ji bo gotina "ya hûn ê serê xwe bitewînin yan jî hûn ê serê xwe bidin" a Serokomar Erdogan wiha bersiv da:

Demirtaş axiftina xwe wiha domkir: "Bi awayekî hovane êrîş li me dikin bes bo me ji berxwedanê pêştir tu tişt nema. Ma em ê li dijî van bêbavan serê xwe bitewînin. Em dibêjin li welatê hevpar wek gelên hevpar bijîn. Kurdistan bi peymanên berê hatiye perçekirin û perçeyê herî mezin a Kurdistanê xistine nav sînorên Tirkiyê."

Di kongreyê de ji bo hevserokatiyê ji bilî Dogan Erbaş û Ayşe Yilmaz tu kes namzediya xwe nedanî û bi dengdayîna 550 delegeyan Erbaş û Yilmaz bûn hevserokên nû yên HDPê yên Stenbolê.

_