li Bakurê Kurdistanê 6 leşker hatin kuştin

Teqînek li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê rû da, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn. Li bajarên Şirnex, Colemêrg û Mêrdînê 4 leşker hatin kuştin 9 leşker jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Teqînek li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê rû da, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn. Li bajarên Şirnex, Colemêrg û Mêrdînê 4 leşker hatin kuştin 9 leşker jî birîndar bûn.

Li peyamnêrê K24ê, ku teqînek li taxa Firat ya navçeya Nisêbînê, di dema leşkerên Tirk xaniyek pişiknîn dikirin, teqînek li vava xaniyê de çê bû, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li taxa Cumhuriyetê ya bajarê Şirnexê îro di navbera hêzên ewlekariyê û endamên YPSyê de pevçûn derket. Di encamê de leşkerek canê xwe ji dest da û 3 leşker jî birîndar bûn. Birîndar li Nexweşxaneya Dewletê yê Şirnexê hatin vegûhestin.

Li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê jî 2 teqînên cûda çê bûn û 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. 

Li Şirnex û Nisêbînê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye û hêzên ewlekariyê operasyonên xwe didomînin û bajêr didin ber topan.

Ji aliyekî din ve, li bajarê Colemêrgê hêrêma Ormarê jî dema hêzên ewlekariyê li dijî PKKyê operasyonan pêk dianî, teqînek rû da û li wir jî leşkerek canê xwe ji dest da 4 leşker birîndar bûn.