Gelo bajarên Kurdan dê bi firokeyan bêne bombaran kirin?

Heta niha biryara operasyon û qedexeya derketina kolanan ji aliyê waliyan dihate dayîn lê belê ji niha û pê de êdî leşker dê bixwe biryara operasyonan bidin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1468b52c-f2ca-49c5-a244-4049f18ad58f/GeloBajarenKurdanDeBiFirokeyanBeneBombebaranKirin.ism/manifest

K24-Enqerê

Li bajarên Bakurê Kurdistanê operasyon û qedexeya derketina kolanan berdewam e. Niha jî biryar hate dayîn ku hemû erkên waliyan ji bo hêzên leşkerî bêne tayînkirin û bi vî awayî bajar ji dûranî ve bêne bomberankirin. Lê belê biryar bû cihê metirsiyê û tê îdakirin ku dê Tirkiye ji ber vê biryara xwe were darizandin.

Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di havîna 2015an de dest pê kirin her ku, diçe dijwartir dibe. Di encama şer de gelek bajar wêran bû û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan û bi 100 hezaran kes jî koçber bûn. Li hin bajaran operasyon bi dawî bûn lê qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Li aliyê din operasyonên li hin bajaran bi awayekî berfirehtir berdewam dike.

Heta niha biryara operasyon û qedexeya derketina kolanan ji aliyê waliyan dihate dayîn lê belê ji niha û pê de êdî leşker dê bixwe biryara operasyonan bidin. Ev biryar bû cihê nerazîbûneke mezin û tê îdiakirin ku dê bi vê biryarê ew bajarên şer û pevçûn lê berdewam e ji dûranî ve bêne bombebarankirin û wêrankirin.

Akademisyen Faruk Alpkaya dibêje di demên pêş de gelek siyasetmedar û bûrokratên Tirk dê ji ber biryarên bi vî reng bêne darizandin û cezayê giran li wan were birrîn. Alpkaya wiha ji K24ê re wiha got:"Ji bo leşker rayeyên waliyan bikar bîne pêwîste rewşa rêveberiya awarte ya şer were ragihandin û fermandarê rewşa awarte were tayînkirin. Bingeheke vê yekê ya yaseyî nîn e, lê di pratîkê ji xwe de ev biryar li dar bû. Qedexeya derketina kolanan ya demdirêj, ketina yekîneyên zirxpoş ya li nava bajaran û bikaranîna wan ya di operasyonan de ji xwe gaveke vê yekê bû. Niha gaveke ji wê wêdetir tê avêtin û li gorî min bi bê biryara dawî dê bajar bi firokeyan, bêne bombebarankirin."

Ji ber ku, biryar piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPê yên wek "Li Nisêbînê kevir li ser kevir nehêlin" û daxuyaniyên Erdogan yên "Pêwist bike bila avahiyên li wan bajaran ji dûranî bêne hilweşandin" hate ragihandin nerazîbûna li hemberî wan jî gelekî zêde ye. Niha di raya giştî de metirsî heye ku binpêkirinên mafên mirovan bi vê biryara dawî zêdetir bibe û herwiha zêdetir sivîl canê xwe ji dest bidin.

Rojnameger Yaşar Aydin dibêje di salên 90î de kuştinên kiryarên wan ne diyar hebûn lê digel vê yekê cardin biryarên vi vî rengî nedihate dayîn û heger rayeyên wiha têkevin destê leşkeran ew ên ji kontrolê derkevin û bibe sedama zerareke mezin. Aydin ji K24ê wiha axifî:"Piştî darbeya 12ê Îlonê dewlet ji aliyê leşkeran ve dihate rêvebirin. Şaredar tunebûn, leşker bo şaredarî û walîtiyan dihate tayînkirin. Artêşê û fermandariya rêvebiriya awarte hemû bajar birêve dibirin. Piştî 12ê Îlonê cara pêşî ye ku tiştekî wisa çê dibe. Hikûmeteke ku dihêle tank û top dikeve bajaran dikare biryara gelek tiştên din jî bide."

Di dema ragihandina qedexeyên derketina kolanan û ketina tank û topan ya nava bajaran, saziyên parastina mafên mirovan giliyê Tirkiyê li platformê navneteweyî kir ku sûcê şer dike. Niha bendewarî ew e ku ev biryara ku cihê wê di yaseyan de nîn e nekeve pratîkê. Lê belê heger têkeve pratîkê ixtimala Tirkiye ji aliyê dam û dezgehên hiqûqî yên navdewletî ve were darizandin û ceza lê were birrîn gelekî zêde ye.