Çavdêrên siyasî çawe hilbijartinên Sûriyê dinerxînin?

Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê duh, 13ê Nîsanê hatin pêkanîn, heta niha jî derencamên wê nehatine ragehandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e6ecfb63-c3d8-4bc8-b274-9e887146e047/perleman-qamislo.ism/manifest

 

K24-Qamişlo

Parastin û nûnertiya bercewendiyên kêm netew û pêkhate, yek ji mijarên piştgiriya rêjîma Sûriyê di hilbijartinên parlamentoy li gor ku, ew dibêjin.

Serkirdeyên rêxistina Asûrî vê yekê wekû xapandinekê ji alyê rêjîmê dibînin, didin zanîn ku, ji destpêka kirîza Sûriyê rêjîmê vê silûgan hildide, lê ew tenê parastina bercewendiyên xwe dike, ti carî ev rêjîm nabe piştgir ji gelê Sûriyê re.
Ji aliyeke din ve hin çavdêr dibînin ku, bi hebûna hejmareke mezin ji berbijêrên Kurd, Siryan, Ereb, û ji bilî wan jî pêkhateyên netewî, olî û civakî bo hilbijartinên Encûmena gel, tê wê wateyê ku, parlamento nûnertiya beşekî ji civakê dike û nabe em rê li pêşiya çareseriya siyasî bigrin, nemaze ku, ta niha rêjîm bi nav û alaya xwe beşdarî civînên navnetewî dibe.
Li gorî çavkaniyên rêjîma Sûriyê zêdeyî 3 hezar kesî bo parlamentoyê xwe kandîd kirine, di 7hezar û 200 navendên dengdanê dê were kirin,  ev yek li gorî berpirsên rêjîmê nîşana serkeftina demokratiyê ye di Sûriyê de.

Lê ji aliyekî din ve, berpirsên opozisyonê û hin welatên rayedar bi kirîza Sûriyê ve dibînin ku, ev hilbijartin şanoyeke û têkçûne ji hewildanên çareseriya siyasî re.Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê duh, 13ê Nîsanê hatin pêkanîn, heta niha jî derencamên wê nehatine ragehandin.