parlementerên AKP ji 7 herêmên Tirkiyê serdana Sûrê kirin

Li navçeya Sûrê hê jî li 5 taxan qedexeya derketina derve heye. Ji xwe li wan taxan şer û pevçûn qediyan e û ti kesên sivîl jî li wir nemane.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0df8ebb9-8586-42f1-ad3e-5ba9773d7c99/SandeyekeJiParlementerenAKPUSaziyenSivilSerdanaSureDan-Diyarbekir.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Hejmareke parlementerên AK Partiyê, bi nûnerên 41 saziyên sîvîl yên ku ji 41 bajaran Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêk hatine serdana navçeya Sur ya Diyarbekirê kirin.

Parlementerê AK Partiyê yê Stenbolê Metîn Kulunk bo Kurdistan24-ê ragihand ku, ew hatine ji Diyarbekirê peyamekê bidin û got: Dê bi hev re alikariya esnafên Sûrê bikin. Ji hêla din ve hin kesan jî bertek nîşanî şandeyê dan û gotin; êdî ti bawerî bi gotinên siyasetmedaran nayê.

Bi dehan kesên ku, bi înîsîyatîfeke bi navê "Dilek û 7 reng"  ji 7 herêmên Tirkiyê û bajarên weke Rîze, Gîresun, Denîzlî, Wan û Trabzonê hatine mêvanê Sûrê bun. Parlementerên AK Partiyê û saziyên sivîl yên ku nêzîkî hikûmeta Ak Partiyê jî têne zanîn, piştî ku nimêja Înê li Mizgefta Mezin ya dîrokî eda kirin, di sohbetên bi xelkê re him guhdariya derd û daxwazên wan kirin him jî plan û projeyên dewletê yên ji bo Sûrê vegotin. Parlementerê AK Partiyê Metîn Kulunk ragihand ku, aligirên PKK-ê zirar û ziyaneke mezin dane Sûr û esnafên wê, lê ew hatine ku bi xelkê re hemhal bibin.

Derbarê serdanê Parlementerê AK Partiyê Metîn Kulunk wiha ji K24ê re axifî: "Ji ber ku em mexduriyeta xelkê ji holê rakin em hatine vir. Bi mehan e ku deynên van esnafan ketine ser hev, divê em alikariya wan bikin. Baweriya xelkê bi dewletê tê, ew dizanin ku qedera Kurd û Tirkan yek e. Em hatine vir û gazî hemû xelkê Tirkiyê dikin ku bila ew jî bêne vir û bi hev re piştgiriya Sûrê bikin."

"Navê vê bazarê jî "Sûka Şewitî" ye. Tam li nava Sûrê cih digre. Navenda bazirganiya Diyarbekir û herêmê ye. Ji ber ku bi mehan deriyên van dikanan girtîbun deynên esnafan zêde bune. Esnaf û xelkê Sûrê jî serdana şandeya AK Partiyê û saziyên sivîl wiah şîrove kirin:

Li navçeya Sûrê hê jî li 5 taxan qedexeya derketina derve heye. Ji xwe li wan taxan şer û pevçûn qediyan e û ti kesên sivîl jî li wir nemane. Hêzên ewlekariya dewletê jibermayiyên xaniyên ku di pevçûnan de zirar dîtine radikin. Bi biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" dê avahiyên nû bêne çêkirin.  Her wiha tê gotin ku ji aliyê abûrî ve jî dê Sûr gelek ji niha xweştir be.