Erdogan: PYD û YPG ji nav PKKê derketine
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di Lutkeya Rêxistina Hevkarî ya Îslamê de diyar kir ko PYD û YPG ji nav PKKyê derketine.
Derbarê vê mijarê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di gotara xwe ya di Lutkeya Rêxistina Hevkarî ya Îslamê wiha got: "PYDê û YPGê ji nav PKKyê derketine"
Erdogan rexneyên tund li Rûsyê girt û da zanîn ku, Rûsya bi çekdarkirina PYDê piştevaniya terorê dike.
Duh, 13emîn civîna Lutkeya Rêxistina Hevkarî ya Îslamî li Setnbolê bi dawî bû.