KCD avakirina qerekolên leşkerî li Bakur şermezar dike

KCD ragidihîne ku, dewletê Tirkiyê, di bin navê ewlekariyê de dibistan, mexweşxane, cihên dîrokî dike qereqol.

K24-Navenda Nûçeyan

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Diyarbekirê derbarê avakirina qerekolên leşkerî yên li Bakurê Kurdistanê nerazîbûna xwe bi daxwiyaniyekê anî ziman.

KCD ragidihîne ku, dewletê Tirkiyê, di bin navê ewlekariyê de dibistan, mexweşxane, cihên dîrokî dike qereqol.

Komîsyonên Ekolojî, Ziman, Perwerde, Tenduristî, Çan û Hunerê yên ku, di bin banê KCDê de xebatan dikin li avahiya KCDê di kongreyeke rojnamegerî de ragihandin ku, di operasyonan de bajar û navçe têne wêrankirin û dewlet dixwaze li cihê xaniyên di şer û pevçûnan de hatine xirakirin qerekolan ava bike.

Komîsyonan wiha gotin: "Piştî salên 1980-yan li gundan pergala cerdevaniyê pêk anîbûn û niha jî dixwazin di nava taxan û bajaran de pergala cerdewaniyê li dar bixin. "