Li Stenbolê derencamên lûtkeya hevkariya Îslamî

Lûtkeyên Îslamî ji sala 1969an bi destpêka lûtkeya li Rabatê heta niha berdewam e û li Stenbolê lûtekya 13emîn bi beşdariya 56 nûnerên welatên Îslamî pêk hat.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/25f2a2a9-814f-44a3-b71e-f8167e23c2e5/lwtkey%20islami.ism/manifest

K24-Stenbol

Danezana encamnameyê ya saziya hevkariya Îslamî di lûtkeya Stenbolê de hate pejirandin. Di encamnameyê de Îran ji ber ku, piştevaniya terorê dike hat şermezarkirin û çalakiyên Hîzbûllahê wek terorî hatin binavkirin.

Civîna saziya hevkariya Îslamî ku, li Stenbolê seranserê 3 roj berdewam kir, bidawî bû. Di roja dawî de bi xwendina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan danezanek bo beşdaran hat pêşkêşkirin. Her wiha bo çareserkirina kêşeyên jinan daxwaza pêkanîna konseya jinan hat kirin.

Di xalên encamnameyê de ji ber mudaxele li karên navxweyî yên hinek welatên derve hatiye kirin rexne li Îranê hat girtin. Çalakiyên ku, bi destê Hizbûllah hatine kirin wek terorî hatin binavkirin. Her çiqas wezîrê karên dervê yê Îranê Cevad Zarîfê nerazîbûna xwe nîşanî xalan kiribe jî encamname hat pejirandin.

Derbarê vê mijarê lêkolîner Mufîd Yuksel wiha ji K24ê re got:"Di lûtkeyên welatên Îslamî de divê di serî de arîşeya Kurd û hemû kêşeyên cihana Îslamê bihata axaftin. Biryara zêdetirkirina têkoşîna li dijî DAIŞ'ê jî di cih de ye çimkî tu eleqeya DAIŞ'ê bi Îslamiyetê re tune ye."  

Li dijî terorê dewsa hêzên biyanî çareyeke wek hevalbendiyek Îslamî hat pêşniyazkirin û hat ragihandin ku, destlêwerdana welatên biyanî yên li ser erdnîgariya Îslamê ji bo neftê ye. Di lûtkeyê de daxwaza Erdogan a avakirina hevkariya polîsî bo ewlehiyê ku navenda wê dê li Stenbolê bibe hat pejirandin.

Derbarê vê yekê Rojnameger Fehîm Taştkîn ji K24ê re wiha axifî:"Bi awayekê aşkere bûyerên terorî rû dide, polîsên te vê yekê dizane û tu tedbîr nastîne. Kesên xwedî li rêxistinên terorê ku li Sûriyê û Iraqê bûne belayê serê dinyayê derdikevin qala aştî û têkoşîna li dijî terorê dikin."

Rêxistina hevkariya Îslamî yekem sazî ye ku, hemû welatên misilman li hev dicivin û qala kêşeyên civakên misilmanan tên kirin.

Lûtkeyên Îslamî ji sala 1969an bi destpêka lûtkeya li Rabatê heta niha berdewam e û li Stenbolê lûtekya 13emîn bi beşdariya 56 nûnerên welatên Îslamî pêk hat.