Tevgera Goranê parlementereke xwe dûr dixe

Tevgera Goranê biryara dûrxistina Tavge Ehmed ji fraksiyona Goran ji Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlemento) û ji nava rêzên Tevgera Goranê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Goranê biryara dûrxistina Tavge Ehmed ji fraksiyona Goran ji Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlemento) û ji nava rêzên Tevgera Goranê da.

Ev biryara Tevgera Goranê tê, piştî derketina Parlementera Goranê di Parlementoya Iraqê de Tavge Ehmed ji lêvegera Kurdî û ecindeyên Tevgera Goranê, di Parlementoya Iraqê de.

Piştî nepabendbûna Tavge Ehmed bi helwesta fraksiyona Tevgera Goranê û beşdarbûna wê di civîna mangirtinê ya Parlementoyê û ketina wê bin bandora ecindeyên aliyekî din.

Li Parlamentoya Iraqê, nêzîkî 200 parlamenteran dest bi mangirtinekê kirine û dixwazin Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî dest ji kar berdin.