Li Nisêbînê polîsê operasyonên taybet Kurşat Înan birîndar bû

Li Şirnexê, ji 13ê meha adarê ve qedexeya derketina derve berdewam dike û gelek taxên navçeyê bi tank û alavên giran, ji dûr ve tên bombebaran kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li navenda Şirnex û Nîsêbîna Mêrdînê, di encamê êrişên çekdarî de 2 polîsan canê xwe ji dest da û 2 polîs jî birîndar bûn, ji wan polîsê operasyonên taybet Kurşat Înan e.

Li Şirnexê taxa Bexçelîevlerê otombêlekê zirxpoş a polîsan bû armanca êrişa roketê. Di necamê de polîsekî canê xwe ji dest da û 2 polîs jî birîndar bûn.

Li aliyî din, polîsê operasyonên taybet Kurşat Înan ku, li Nisîbînê di encamê êrişekê di birîndar bûbû li Enqerê di nexweşxaneya serbazî de canê xwe ji dest da.

Şeva borî jî li navçeya Sitewrê ya Mêrdînê, di encamê teqîna bombeyek de 4 serbazan canê xwe ji dest dabû û 7 serbaz jî birîndar bûbûn.

Li Şirnexê, ji 13ê meha adarê ve qedexeya derketina derve berdewam dike û gelek taxên navçeyê bi tank û alavên giran, ji dûr ve tên bombebaran kirin.