piraniya navçeyên Colemêrgê bûne herêmên serbazî

Li navenda navçeya Geverê, ragehandina qedexeya derketina derve mehekê derbas kir

K24-Navenda Nûçeyan

Ji ber operasyonên Artêşa Tirkiyê, piraniya navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê, wek herêmên serbazî hatin ragehandin.

Parêzgariya Colemêrgê ragehand, li gelek çiya û deverên navçeyên Şemzînan û Geverê wek "Herêma Ewlekariya Taybet" hatin ragehandin. Parêzgariyê da xuyakirin, biryar ji 18ê meha Nîsanê heta 2ê meha Gulanê dê berdewam bike.

Parêzgariyê da zanîn, armanca ragehandina herêma serbazî, ji ber zêdebûna tevgera endamên PKKê ye û welatî nikarin bi asanî xebatên xwe yên civakî û aborî bicih bînin.

Parêzgariyê da zanîn ku,  ji ber operasyonên serbazî hemû ketin û derketina herêmê di bin kontrola hêzên ewlekariya de ye.

Li navenda navçeya Geverê, ragehandina qedexeya derketina derve mehekê derbas kir. Di operasyonan de pevçûnên dijwar rû didin û artêşa Tirkiyê bi tankan navçeyê topbaran dike.