Li Farqînê qedexeya derketina derve hat ragehandin
K24-Navenda nûçeyan
Li Diyarbekirê, 10 taxên navçeya Farqînê qedexeya derketina derve hat ragehandin.
Qeymaqamiya Farqînê da xuyakirin, bi armanca bêbandorkirina endamên PKKê û pêkanîna aramiya gel li 10 taxên Farqînê, îro, ji demjimêr 9:30ê pê ve, qedexeya derketina derve hatiye ragehandin.
Di daxuyaniyê hat ragehandi, dema rakirina qedexeyê dê pişt re were ragehandin.
Qeymaqamiyê da zanîn, gundên Hecîreş, Girbilok û Zinzin jî di nav de li 10 taxên navçeya Farqînê qedexeya derketina derve hatiye ragehandin.