Bi vîdyû.. Mozexane ya Nîştîmanî ya Kurdistanê li Hewlêr dihê avakirin
K24- Hewlêr:
Mozexane ya Nîştîmanî ya Kurdistanê, bi şêwazek a modern li bajar ê Hewelêr dê bihê dursitkirin ku guzariştê li bi hêzî ya û hevgirtin a Kurd dike. Danyal Lîbskînd, endazyar ê piroje ya duristkirin a Mozexane ya Hewlêrê, dibêje: Mozexane gelek balkêşe û degmen dibe li Rojhilat a Navîn û hevdem jî dewlemend dibe bi kelpûr a Kurd û dîrok a dahatî ya gel ê Kurd li Başûr ê Kurdistanê.
Ev wêne û nexşe ya ewê mozexaneyê ye ku di aynde de li Hewlêr a paytext a Herêm a Kurdistanê dê bihê avakirin.
Danyal Lîbskînd, endazyar ê Polendî- Emerîkayî û serperştyar ê pirojeyê, dibêje: Mozexane rêyeke bo derbirînê ji azayî ya Kurd û dewlemendî ya kelepûr ê Kurdî û daîrok a dahatî ya evê neteweyê.
Danyal Lîbskînd, dibêje: Pêdivîye tû yekser ji evê hizrekê têbigihêjî ew a min di dem a danan a kêşan a nexşeyê daneye ku pêkahtîye ji aso ya Kurd di çarçoveyek a endazeyî. Hewreha pêdivîye bi sanahî ji wata yaw ê têbigehî, dem a ji asaman ve temaşa wê dikey, ew jî hevgirtin a Kurde.
Ev mozexane ji çar pişkan pêk hatîye û her yek pênase ye bo pişikbûn a netewe ya Kurd bi ser çar welatan re. lê di naverast a wê, jûr bi awayek a endazeyî hevdû dibirrin, ku wata yaw ê hevgirtine ve ya Kurde. Jûrek jî bi awayek çaverêkirî berê wê li Kel a Hewlêrê ye, gûzariştê li berxwedanê dike.
Danyal Lîbskînd herweha dibêje: Di mozexaneyê de, dû cih ên cûda bo hest û sûzan dibe, ya yekê, behs a bûyer ên tiracîçdî dike ku bi ser kurdan re hatîye wek Enfal û Cînosayîd, dûyem jî jûr a hêvîyê ye ku pênase ye bo hevgirtin û gehiştinê bi dewlet a Kurdî û bextewerîyê.
Ew piroje li ser 2 donim zevîyê dihê duristkirn û gelek jûr têde hene ku pêkhatîne ji jûr a giştî, sîmînar, pêşangeh, huner, zanyarî ya perwerdeyî û erşîf a Kurdisatnê. Lê Danyal Lîbskînd hinaseyê di hilkêşe û dibêje: Cihê daxê ye, ku bi eger a şerr ê Daişê û tengije ya abûrî li Herêm a Kurdistanê hatîye dawîxistin.