Şanderê K24ê dawî pêşhatinên danûstandinan vedibêje

Şanderê K24ê bo Cenêvê Dilşad Mela ji hotêla danûstandinan de ragihand ku, berî çend demjimêran şanda bilind ya opozîsyona Sûriyê bi beşdariya nûnerên 12 welatên alîkar civiyan.
kurdistan24.net

K24 – Cenêv

Şanderê K24ê bo Cenêvê Dilşad Mela ji hotêla danûstandinan de ragihand ku, berî çend demjimêran şanda bilind ya opozîsyona Sûriyê bi beşdariya nûnerên 12 welatên alîkar civiyan.

Şanderê K24ê mijarên ku hatine behiskirin aşkere kir, ku paşeveçûna rewşa meydanî li ser erdê û binpêkirina rêjîmê ji bendên 12 û 13 ji biryara Encûmena Asayişa Navdewletî bûn.

Herwiha di civînê de, xalên qonaxa veguhêz û desthilatên wê hikûmeta hatin behskirin, ku biryar e sibe radestî Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura were kirin.

Şanderê K24ê amaje bi wê yekê kir, ku ji bilî şanda opozîsyon û rêjîmê, çend şandên din jî hene wek Hrvdîtina Qahîreyê bi serokatiya Ehmed el-Cerba û şanda Hevdîtina Hemîmiye li Cenêvê ne.