IHS Jeans :Dahata DAIŞê ji sedî 30 kêm bûye
K24-Navenda Nûçeyan
Kompaniya IHS Jeans ya şirovekariyên bervanî ragehand ku, dahatên DAIŞê ji sedî 30 kêmbûye.
Derbarê kêmbûna dahatên rêxistina DAIŞê Kompaniya IHS Jeans ya şirovekariyên bervanî daxuyaniyek belav kir tê de da zanîn ku, mehane dahata DAIŞê 80 milyon dolarbûn, lê niha bo 56 milyonî kêmbûye.
Li gor daxuyaniya kompaniyê, rêjeya berhemanîna petrolê jî ji 33ê hezar bermîl di rojekê de bo 21bermîlî kêmbûye.
Kompaniyê agera kêmbûna dahata DAIŞê ji opersyonên Hevpeymaniya Navdewletî bi serperştiya Amerîkayê li ser çavkaniyên aboriya DAIŞê vegerand.
Tê zanîn ku, DAIŞ li Iraq û Sûriyê di dema dawî yê de rastî şekstinên meznbûye û gelek navçe ji dest dane.