Rojnameya Sozcu:Di şerê Bakur de 91 polîsên taybet hatine kuştin

Li Tirkiyê 7 hezar û 800 polîsên operasyonên taybet hene û piraniya wan, beşdarî operasyonên bajarên bakurê kurdistanê dibin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li gorî daxuyaniyên fermî, ji 7ê Hezîrana 2015an heta niha 91 polîsên operasyonên taybet li bakurê Kurdistanê hatine kuştin. Ji destpêkirina şerê PKK'ê heta sala 2015an, tenê 115 polîsên taybet canê xwe ji dest dabûn.

Rojnameya Sozcu ku, li Tirkiyê tê weşandin, derbarê hejmara polîsên operasyonên taybet ku di şerê piştî 7ê Hezîrana 2015an de hatine kuştin û yên beriya wê demê canê xwe ji dest dane, anîn ber hev.

Tê aşkerekirin, bi xerabûna pêvajoya aşitiyê re piştî 7ê Hezîranê şerekî dijwar li bakurê Kurdistanê dest pê kiriye.

Herwiha li gel zêdebûna windahiya serbazan, 91 polîsên operasyonên taybet jî canê xwe ji dest dane ku ev hejmar nêzîkî hejmara şerê 30 salan e.

Ev tê wê wateyê ku, di her mehekê de 10 polîsên taybet canê xwe ji dest dane. Li gorî hejmara berê, di her 3 mehan de polîsekî hatiye kuştin. Piraniya bûyeran di nav bajarên Diyarbekir, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û Geverê de rû da ne.

Li Tirkiyê 7 hezar û 800 polîsên operasyonên taybet hene û piraniya wan, beşdarî operasyonên bajarên bakurê kurdistanê dibin.