Li Amedê rojbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed hat pîrozkirin

Di pîrozbahiyê de, rexne li şerê ku, li Bakûrê Kurdistanê pêktê hat kirin û balhat kişandin ku welatiyên Bakûr di wî şerî de bi zilm û zordestiyên mezin re rûberû mane.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5c77e092-8103-4e15-b8a0-6d4f1150bb05/PirozbahiyeRojbunaMihemedPexember.ism/manifest

K24-Amed

Di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiya rojbûyÎna Pêxemberê Alema Îslamê Hz. Mihemed, li Diyarbekirê bi pêşengiya "Platforma Evîndarên Pêxember" bi girseyî hat pîroz kirin. Bi 10 hezaran kes li qada Newrozê ya Diyarbekirê ev civiyan û bi çalakiyên cuda reng rojbûyîna Mihemed Pêxember pîroz kirin. Ji ber şer û aloziyên li Bakûrê Kurdistanê pîrozbahî bi şiyara "wahdet û biratiyê" hat kirin.

Bi dehhezaran kes, di 17ê Nîsanê de, li qada Newrozê ya Diyarbekirê ji bo, pîrozbahiya rojbûyîna pêxemberê alema Îslamî Hz. Mihemed civiyan. Koroyên muzikê, îlahî û mewlûd xwendin, girseyê jî hevhengî bi wan re kir.

Berdevkê "Platforma Evîndarên Pêxember" Yahya Oruç, daxuyand ku îslam Ola biratî û aştiyêyê û di nav îslamê de hemû cudarengî, divê bi rengên ku hatine afirandin bên pejirandin. Orûç ragihand ku bi zilm û zordestiyê tu kes nikare bigihiyê mebesteka baş û divê li Tirkiyeyê zextên li ser ziman, nasname û çanda Kurdan bên rakirin.

Herwiha ji herçar aliyên Kurdistanê û hin dewletên îslamî jî nûnerên komele û rêxistinên îslamî beşdarî pîrozbahiya li Diyarbekirê bûn.

Nûnerê Yekgitî Îslamî yê Kurdistanê Doktor Burhan Malekî, ji Kurdistan24 re diyar kir ku, kirinên rêxistina DAÎŞê bi nirxên îslamî re dijber in û divê alema îslamê peyam û naveroka pêkvejiyan û aştiyane nîşanî hemû cîhanê bide.

Derbarê vê babetê Nunerê Yekgirtû Îslamî yê Herema Federal A Kurdistan  Doktor Burhan Malekî wiha ji K24ê re got:"Em ji aliyekî de pir dilxweş in, li layek din jîdilnexweş in ku li beşek Bakûrê Kurdistanê hêj şer di navbera PKKê û dewleta Tirkiyeyê de didome. Dilê me pê diêşe. Em dibînin di ayîna pîrozbahiya pêxember ya Îslamî de peyamên biratî, aştî û pêkvejiyanê tên belav kirin."

Li qada pîrozbahiyê, bi Kurdî mewlîd hat xwendin û mûzîk jî hatin pêşkêş kirin.

Mecîd Banayî ku, ji Rojhilatê Kurdistanê hatibû jî dazazîn ku, îslam baweriyeke ku hemû nasname xwe têde bi rêzdarî bibînin e û li ser navê îslamê kirinên xeter zirara mezin dide îslamê bixwe, û ji K24ê re wiha axifî:"Hêvîdarim ev cejn û serkeftin û xweşevîstî ya ayîna Pêxember (S.A.V.) bibe egera îftixar, îtihat û yekitî û biratiya navbera misilmanan û serberzî û serfiraziya miletê Kurd"

Di pîrozbahiyê de, rexne li şerê ku, li Bakûrê Kurdistanê pêktê hat kirin û balhat kişandin ku welatiyên Bakûr di wî şerî de bi zilm û zordestiyên mezin re rûberû mane.