Artêşa Sûriyê dest bi operasyonên nû dike

Di dema dawî yê rejîma Sûriyê li bajarê Helebê bi berdewamî êrîşan dike û agrbestê binpêdike, di encam de gelek navçe kontirol kirine.

K24-Navenda Nûçeyan

Çend grûpên biser opozîsyona Sûriyê weke bersivdayînekê li ser kiryarên rejîma Sûriyê û binpêkirina wê ji agirbestê re ragehandin ku, ew dê dest bi oporesyonên nû li dijî rejîmê bikin.

Girûpên ser bi opozîsyona Sûriyê ve di bin lîwaya Artêşa Azad û Grûpa Ehrar El- Şam de dimînin daxuyaniyek belav kirin tê de, destpêkirina şerê li dijî rejîma Sûriyê ragehandin, da zanîn ku ew dê bi tûndî bersiva kiryarên rejîmê li dijî welatiyên sivîl bidin.

Ji aliyê xwe ve berpirsê ofîsa ragehandinê ya Ceyş El-Nesir aşkere kir ku, wan grûpan coreya operasyonan damezrandine, bê ku behsa cihê wan opersyonan destnîşan bike.

Di dema dawî yê rejîma Sûriyê li bajarê Helebê bi berdewamî êrîşan dike û agrbestê binpêdike, di encam de gelek navçe kontirol kirine.