“Heta bersivekê nestînin beşdarî danûstandinan nebin”

Endamekî şanda Bilind ya opozîsyona Sûriyê di danûstandinên Cenêvê de dibêje, ji ber nepabendûna rêjîmê bi erkên xwe, wan tenê 3 endamên opozîsyonê şandin civîna ligel De Mistura, heta bersiveke zelal nestînin, ewê beşdarî danûstandinan nebin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî şanda Bilind ya opozîsyona Sûriyê di danûstandinên Cenêvê de dibêje, ji ber nepabendûna rêjîmê bi erkên xwe, wan tenê 3 endamên opozîsyonê şandin civîna ligel De Mistura, heta bersiveke zelal nestînin, ewê beşdarî danûstandinan nebin.

Endamê şanda Bilind ya danûstandinên Cenêvê Ebdilhekîm Beşar derbarê daxwaza opozîsyona Sûriyê ji paşxistina danûstandinan re ji K24ê re ragihand ku, Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura û welatên serperiştiyar ji danûstandinên Cenêvê re soz dabûn wan ku dê dorpêça li ser deverên dorpêçkirî were rakirin, alîkariyên mirovî derbas bibin, girtî ji zîndana bêne berdan, agirbest berdewam bike û pirsa veguhastina siyasî bê gotûbêjkirin, lê rêjîmê tiştek ji erkên xwe cibicî nekirin.

Herwiha Beşar got jî: “Rêjîm bo qonaxa veguhêz gelekî dûrî rastiyê ye. Di nêrîna rêjîmê de ku ew rêjîm bimîne û tenê hikûmeteke hevbeş çe bike û çend wezaretan bide opozîsyonê. Wek ku qet 500 hezar Sûrî nehatiye şehîdkirin, nîvê Sûriyan penaber nebûne.”

Beşar diyar kir jî, ku ji ber nepabendûna rêjîmê bi wan xalan, wan tenê 3 endamên opozîsyonê şandin, ku nameyek pêşkêşî De Mistura kirin, ku heta ew 4 xal zelal nebin û bersivê nestînin, ewê beşdarî danûstandinan nebin.

Beşar got jî: “Heger civaka navdewletî bixwaze çareseriyekê bike, em wek dengê gelê Sûriyê li Cenêvê ne. em têne Cenêvê bo em pirsgirêkan çareser bikin, heger ew pirsgirê çareser nebin, ti sûde mayîna tune ye.”

Beşar diyar kir, ew ne li bend bersiveke li ser rûpelan dimînin, divê pêketin li ser erdê çê bibin, ewê berdewam bi danûstandinan de. Beşar diyar kir jî, heger pêşketin jî nebin, ew di guftûgoyan de berdewam nekin.

Derbarê bidestxistina mafê gelê Kurd di Cenêvê de Beşar got: “En desteya ku çê bûye, ne dezgeheke yasayî ye ku mafan bide û ne dezgeke cibicîkar e, tenê desteyeke bo guftûgoyan e. bo dîtinên bo Sûriyeya pêşerojê ye. Bo pêşeroja Sûriyê me gelek belge pêşkêşî De Mistura kirine, ku ji nava wê me xwastiye ku kongreyeke niştimanî çê bibe, tê de hemo pêkhateyên Sûriyê amade bibin, bo danîna destûreke nû ku her pîkhateyek mafê xwe tê de diyar bike. Taybet jî me di belgeyekê de diyar kiriye, ku pirsgirêka Kurd di Sûriyê de pirsgirêkeke netewî dîmokratî ye.”

Beşar derbarê qunaxa veguhêz yak u opozîsyon daxwaz dike de ragihand ku, ew hikûmeteke bi tevahiya desthilatên wê dixwaz dikin ku cihê Beşar Esed tê de tune be.