Rûsyayî behs a serxwebûn a Kurdistanê dikin
K24- Mosko:
Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24, hijmarek a Rûsîyan ji dîplomatkar û serok ê part û şareza yê karûbar ê Rojhilat a Navîn nerîn a xwe li ser serxwebûn a Kurdistanê xuya dikin.
Viladîmêr jîrnoviskî, serok ê Partî ya Lîbral a Dîmûkratî ya Rûsyayê bo Kurdistan24 got: Kurd delîve û derfet a baş heye, Ez dikarim bêjim ku Îraq ne dijî wê yekê ye ku Bakûr a Îraqê bibe pişkek ji dewlet a Kurdî serbixwe.
Jîrnoviskî got jî: lew ez weha dibînim çunku di ayîndeyek a nêzîk û di sê çar sal ên dahatî de, dibe ew rewş çê bibe, di vî warî de Em ûmêd a serkevtinê bo Kurd dixwazîn û Em wek Partî ya Lîbral Dîmûkratî ya Rosyayê, piştîvanî ya Kurd dikin bo serxwebûnê.
Yaçîslav Matuzov dîplomatkar ê Rosyayî bo Kurdistan24 got: Bi nerîn a min ew a Kurd evro encamp dide karek rêk û duriste, çunku rêzgirtine li kiltûr û ziman ê xwe, pêkole bo bi destvehînan a delîve û derfetê bo xwîndinê bi zaman ê Daykê.
Ew jî got: Têkoşane bo destewerkirin mêdya bi ziman ê xwe, divê dermanrewa ya xwecêyî ji alî yê danşvanan ve biryarê li ser bide, nekû li cih ên biryar li ser bihê dan.
Olîg Îvanovîç, şarezayê karûbar ê Rojhilat a Navîn û serok ê Senter a Orşelîm li Rûsya bo Kurdistan24 got: Bi rastî li Îraqê, Herêm a Kurdistanê, otonomî yz xwe heye, nwênerînî ya welat ên bîyanî hene û kunsilxane yê giştî, ya me jî li wir heye. Dikarim bêjim berî rûxan a Sedam jî xwedî xwerêvebrî ya xwe bûn, lew rifrandom û ragehandin a serxwebûnê bi karek durist dizanim.
Piştî serdan a xwe bo Mosko, Berhem Salih, cêgir ê dûyê yê sikirtêr ê giştî yê Yekîtî ya Nîştîmanî ya Kurdisatnê, bo Kurdistan24 li ser bayexdana Rûsyayê bi Kurd, gotibû: Ev car a yekê ye ku dihêm Mosko, lê min çend caran berpirs ên Rûsî dîtîne û ji nêzk ve min hewl daye şarezayê helwêst a Rûsyayê bibim. Ew a ez hest pêdikim bayexdanek a mezine bi rol û pêgeh a Kurd di ayînde ya Rojhilat a Navîn de.
Amaje bi wê jî kir ku bayex a wan bi Kurdistan a Îraqê û bi hêz a Pêşmerge û wan harîkarîyan herçend destpêkî jî bin lê guhertinek a mezine.