Rakirina parêzbendiyê hê di rojevaTirkiyê de ya

Li ParlamenaTirkiyê 567 dosyayên parêzbendiyê hene. Ji aliyê KomîsyonaTêkel ya Parlamenê ve bi tenê wê dosyeya 129 parlamenterî bê nirxandin
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c990e37a-fef6-46f5-89ba-f1e224e5de7c/Parezbendi.ism/manifest

K24-Enqerê

Mijara sereke ya rojevaTirkiyêya vêhefteyê rakirina parêzbendiya parlamenteran e. AKPê berteknîşanî hin parlementerên CHPê da kudê jibo rakirina parêzbendiyê dengê "neyînî" bikarbînin.Parlementerên CHPê jî diyar kirin ku wan biryareke azad daye û ev biryar awa njîbiryarekeyaseyî ye.

Li Tirkiyê nîqaşên li ser pêşniyaza AKPê ya ku, ji bu, rakirina parêzbendiyên parlamenteran anîbû rojevê berdewam dike. Hin parlamenterên CHPê yên ku, gotibûn ew dê li ser parêzbendiyan di Lijneya Giştî de dengê "neyîni" bidin ragihandin ku, mebesta AKPê ew e ku, serê gel tevlîhevbike. AKPê jî diyar kir ku, daxwaza gel ew e ku di serî de parlamenterên ku, bi terorêre tekîldarin, bên darizandin.

Parlamenterê AKPê Cahît Ozkangot ku, dema KomîsyonaTêkel ya Dadê ya Destûra Bingehîn ya Parlamena Tirkiyê bigîhîje wê qeneata rakirina parêzbendiyan, dê hingî ev prosesa rakirina parêzbendiyan ya li Lijneya Giştî ya Parlamenê dest pê bike, derbarê vê mijarê de ParlementerêAKPê û Endamê Komîsyona Dadê Cahît Ozkan wiha ji K24ê got:"Proses dê çawa birê ve biçe? Ev daxwaza guhertina xala Destûra Bingehîn bi 316 îmzeyan û ji aliyê AK Partiyê ve hatiye kirin. Ger 367 dengên erê derkevin dê bê qebûlkirin. Dema ku, 331 dengên erê derkevin dê hingî rêya referandumê vebe.Ev mesele divê di nava parlamenê de bê çareser kirin. Lê dema 367 dengên erê ne derkevin wê gavê wê dozgerên komarê dozê vekin û pirosesa darizandinê bi din destêkirin."

CHPê jî bersiva wan tawanbariyên ku, ji aliyê AKPê ve li dijî wan tê kirin da.CHP gotina Davutoglu ya "waye meydan" bibîrxist û diyar kir ku, beriya her tiştî divê berê xwe bidin wezîrên xwe, ev helwesta Davutoglu helwesteke mafyatîk e.

Derbarê vê babetê Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgür Ozel ji K24ê re wiha axifî:"CHP îro, Serokkomarê Tirkiyê rezxne dike ji ber ku, xwedî li sonda xwe dernakeve û hurmetê li hemberî Destûra Bingehîn nîşan nade.Herwiha ev nîqaşên li ser "gelo dêtê çûn hebin an na?"ku, têne kirin jî, li hemberî biryara Destura Bingehîn ku, dibêje "tu nikarî kombiryarê hilgirî" bi xwejî ne nîqaşên yaseyî ne."

Li ParlamenaTirkiyê 567 dosyayên parêzbendiyê hene. Ji aliyê KomîsyonaTêkel ya Parlamenê ve bi tenê wê dosyeya 129 parlamenterî bê nirxandin. Ji wan dosyeyan 25 jê yê AKPê, 52 jê yê CHPê, 46 jê yê HDPê 7 jê jî yên MHPê ne. Naveroka fezlekeyê ya derbarê rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê de li ser îdiaya ku, wan "piştevaniya terorê" kiriye pêktê.