80 birîndar ên burdûman a kîmîyayî ya Daişê dihên şandin bo Turkîyayê
K24- Kerkûk:
Hijmarek a kes ên birîndar bi eger a bûrdûman a kîmyayî ya Daişê bo ser nahîye ya Taze dihên şandin bo Turkyayê.
Yek ji birîndaran bi Kurdisatn 24 re ragehand: 80 kes ji birîndarbû yên burdûman a kîmyayî ya Daişê dihên şandin bo Turkîyayê ku hinek ji wan rewş a saxlemî ya wan gelek xirabe.
Ewî got jî: Ev karwan a dûyê ye û karwan yekê 35-40 kesan bûn ku bo derve hatine şandin.
Amaje bow ê jî kir ku burdûman a kîmyayî ya Daişê bo se nahîye ya Taze di dem a bûrî de bandorek a mezin kirîye ser gerû û çav ên min û hemû leş ê min dixure.
Got jî: Turkyayê bi xwe daxwaz kirîye evan birîndar ên burdûman a kîmyayî yên Daişê bihên şandin bo wir û li wir bihên çareserkirin.