Li Tirkiyê rakirina parêzbendiyan rojev e

Li Tirkiyê Siyaset bi nîqaşên li ser rakirina parêzbendiyan xitimî ye. Tê çaverêkirin di nava vê hefteyê de mijara rakirina parêzbendiyan were yekalîkirin û di komcivînên partiyên siyasî de, her yek ji serokên partiyan hev du bi giranî sûcdar kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7923fbf1-1f43-4eac-af25-e28fb61ddf57/naqshin%20Rakirina%20Parezbendiyan.ism/manifest

K24 – Enqere

Li Tirkiyê Siyaset bi nîqaşên li ser rakirina parêzbendiyan xitimî ye.

Tê çaverêkirin di nava vê hefteyê de mijara rakirina parêzbendiyan were yekalîkirin û di komcivînên partiyên siyasî de, her yek ji serokên partiyan hev du bi giranî sûcdar kirin.

Li parlamentoya Tirkiyê, ji bilî AKPê her sê partiyên opozisyonê komcivînên xwe yên hefteyî lidar xistin. Rojeva Sereke ya her sê partiyan, CHPê, MHPê û HDPê rakirina parêzbendiyan bû. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu AKP bi wê yekê sûcdar kir ku derbarê parêzbendiyan de siyaseteke paqij nameşîne û bang li Serokwezîr Davutoglu kir ku parêzbendiya xwe jî rake. Kiliçdaroglu bal kişand li ser wê yekê ku serxwebûn û bêalîbûna darazê êdî ne girîng e û da zanîn ku divê CHP jî wekî wan kesên têkoşîna demokrasiyê dide ji zindanan re amade be.

Kiliçdaroglu dibêje: "Parêzbendiya Ahmet Davutoglu dê berdewam be, heger tu wêrek be, tu bi namus be, tu çima parêzbendiya xwe raneke? Çima dê parêzbendiya te berdewam bike? Heger xwedî exlaq be, derkeve qadan û bêje ez parêzbendiya xwe jî radikim."

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş da zanîn ku ji ber ew siyaseteke durist û zelal dimeşînin dixwaze ew bêne cezakirin û diyar kir ku heger parêzbendiyên wan were rakirin dê tu parlamenterên wan bi xwe neçin bo îfadedayînê.

Demirtaş anî ziman û got: "Ma me çi kiriye? Gotin hin parlamenteran bi wesayîtên xwe çek bar kirin. Niha fezlekeyeke bi vî rengî nîn e. Vê yekê ispat bikin, ne bi tenê parlamenterek em ê her 59 parlamenter jî istifa bikin. Heger hûn ispat nekin, ez him ji bo wî kesê li Qesrê û him jî ji bo stajerên wî dibêjim, hûnê istîfa bikin, hûn ewqasî wêrek in."

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî bal kişand li ser wan parlamenteran ku derbarê wan de ji ber piştgirîdayîna terorê fezkeke hatiye amadekirin û daxwaz kir ku pêşî parêzbendiya wan bêne rakirin û got: " Gelo em wan siyasetmedarên kaşo yên piştgiriya terorên dikin, radestî dadê nekin, em ê wan çi bikin, gelo em hêj li benda çi sekinî nin."

Komisyona Têkel herî dereng di hefteya pêşiya me de  dê civîna xwe bike û paşê encamên dawî li komcivîna parlamentoyê pêşkeş bike û paşê parlamentoyê biryarê bide ku parêzbendiya kîjan parlamenteran rake.