Naso: Opozîsyona Sûriyê rengekî îslamî li xwe kiriye

Parêzerkî Kurd dibêje, rewşa tevgera Kurdî bi tevahî aloz e, ji ber wê jî kesên li Cenêvê bi wê rewşê re aloz dibin, ji ber ku nikarin pişta xwe bi tevgera Kurdî bibestin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerkî Kurd dibêje, rewşa tevgera Kurdî bi tevahî aloz e, ji ber wê jî kesên li Cenêvê bi wê rewşê re aloz dibin, ji ber ku nikarin pişta xwe bi tevgera Kurdî bibestin.

Parêzer û siyasetvan Hisên Naso ji K24ê re ragihand, ti hêviyên mezin li ser danûstandinên Cenêvê tune ne, ji ber ku du beşên (Siyasî û leşkerî) bi hev re tê birêvebirin. Hêzên navdewletî jî niha li ser çûna Esed ne rijd in.

Naso diyar kir, grûpên çekdar yên li ser erdê guhdariya îtîlafê nakin, opozîsyona Sûriyê jî rengekî îslamî li xwe kiriye, ew jî metirsiyekê dide cîhanê.

Naso derbarê gotinê Hevrêzê Giştî yê opozîsyona Sûriyê de got ku, rêjîm û opozîsyon li ser her tiştî nakok in, lê tenê derbarê de Kurdan de heman çand di mejiyê wan de heye, çanda partiya Beis ya şovînîzm hîn di mejiyê opozîsyonê de heye.

Hevrêzê Giştî ya Desteya Bilind ya danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab li Cenêvê îro ragihand ku, gelê Sûriyê dê sîstema dewletê bi riya hilbijartinan destnîşan bike, ka wê federalîzmî be yan na.

Naso amaje bi wê yekê kir ku, ti şandeke Kurdî li Cenêvê nîn in, tenê çend Kurd di nava şanda opozîsyonê de ne, ti karînên wan jî tune ne ku pirsa Kurdî di Cenêvê de çareser bikin.

Naso got jî, rewşa tevgera Kurdî bi tevahî aloz e, ji ber wê jî kesên li Cenêvê bi wê rewşê re aloz dibin, ji ber ku nikarin pişta xwe bi tevgera Kurdî bibestin. Naso amaje kir, heger hêza aliyekî li ser erdê tune be, nikare danûstandinan bike.

Naso tekezî li ser yekîtiya Kurdî kir û got: “Heger hêzên Kurdî bibin yek, hêzên navdewletî nikare Kurd piştguh bike, ji ber ku çareseriya Sûriyê bê Kurd nabe.”