Îran li Înternêtê jî dijînî ya serxwebûn a Kurdistanê dike

Hikuemet a Herêm a Kurdistanê, demeke domîn a KRD di sîstem a Înternêtê de tomar kirîye, ji vê sîstemê mifayê diwergire bo malper ên fermî yên xwe li ser tor a Înternêtê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c8fbcbda-77ba-41ed-9895-56c7e8c7c17b/KRD%20domine%20Kurdistan.ism/manifest

K24- Hewlêr:

Hikuemet a Herêm a Kurdistanê, demeke domîn a KRD di sîstem a Înternêtê de tomar kirîye, ji vê sîstemê  mifayê diwergire bo malper ên fermî yên xwe li ser tor a Înternêtê.

Lê yek ji welat ên hevsû dijî evê pênagav a Herêm a Kurdistanê ye û evê pêngavê bi qonaxek a nêzîkbûnê ji serxwebûn a herêm a Kurdistanê dizane.

Rêkxistin û meşq a hêz ên Pêşmerge, berhemhînan û firoştin a petrolê, cihgirtin a evê alayê li baa la yên welat ên din. Rêveçûn a fêstîval a sînemayî ya Kurdistanê, niha ev vîdyû kilîp tiştek dî dibêje, Tomarkirin a domîn elikitronî (krd) ku ev hemû serbixwe û cûda û dûr ji Bexdayê hatîne encamdan.

Ev çend nimûne bûn ku hikumet a Herêm a Kurdistanê di çend sal ên bûrî de pêngav havêjtine li rê ya cûdabûnê ji Bexdayê.

Domîn elikitronî bêtir dihê dan bi wan welat ên ku serbixwene, eger bi zamanek sadetir bêjî, bi rastî ev domîn a Elikitonî wata çi?

Domîn a elikitronî wate, ew paşnav standard ku li dawî ya wan pêgeh û malper ên elikitronî dihê, bo  nimûne, dot kem, dot nêt, dot org ku ev cîhanî ne û her welatekê jî domîn a xwe heye,wek Birîtanîya dot uk, Turkîya tr,Îran îr, niha Kurd jî domîn a xwe ya taybet heye ku krd e.

Domîn a krd ji alîyê Fermangeh a Teknelocîya û Zanyarî ya hikuemt a Herêm a Kurdistanê di rêkxistî ya Kom a Nêvdewletî ya Elikitron (Aykan) hatîye tomarkirn. Di welat ên hevsû yên Kurdistanê, tenê Îran dijî tomarkirin a domîn krd hilwêst hebûye û ev domîn jî bi destpêk a serxwebûnê dizane. Lê hikumet a Herêm a Kurdistanê çi dibêje?

Herêm a Kurdistanê ku hevrûşî tengijeyek a abûrî û sîyasî bûye. Rêjeyek a mezin jî ji budce ya hêz a Pêşmerge bo şerrê Daişê dihê xerckirin.dakevtin a nirx a petrolê jî arîşe kûrtir kirîye, lê hikumet dibêje: Tomarkirin a domîn  krd harêkar dibe bo serxwebûn a sîyasî û abûrî ya Herêmê.

Ev di demekê de ye ku dijînî ya di navber a hikumet a Îraqê û Herêm a Kurdistanê berdewame, heya wî cihî ku Mesûd barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê soz daye heya meh a Çirya yekê, ya ev sal, rifrandom bo serxwebûn a Herêm a Kurdistanê bihê encamdan.