Yekêtî ya Ewrûpa daxwaz a Turkîyayê red dike bo labirin a Vîze ya Şingin
K24- Hewlêr:
Yekêtî ya Ewrûpayê daxwaz a Turkîyaê red dike bo sanahîkirin a merc ên ladan a vîze ya Şingin bo hevwelatî yên Turkîyayê piştî ku Enqereyê hoşdarî da yekêtî ya Ewrûpayê ku eger sinûr ên Ewrûpayê bi rûyê hevwelatî yên Turkîya neveke ew dê rêkkevtin a di navber a hedû alîyan hilweşîne.
Jan Kilod yenker, serok ê Komisyûn a Yekêtî ya Ewrûpayê Ragehand, pêdivîye Turkîya hemû merc ên labirin a Vîzayê encamp bide heya Kumisyûn a Ewrûpayê dest bihavêje labirin a Vîzayê, heya niha Turkîyayê hemû merc ên wê bi cih nahênaye û Ewrûpa amade nîye ewan mercan bo Turkîyayê kêm bike.
Herweha Jan Kilod Yenker got: Em razî bûne ku rûperlek a nû li gel Turkîyayê vekîn bo endambûn a wê di Yekêtî ya Ewrûpayê de û berdewam dbîn li harîkarîkirin a Turkîya bo baştirkirin a rewş a penaberan.
Ehemed Dawioglo, serok wezîr ên Turkîyayê gotibû: Em li gel berpirs ên Ewrûpayê kombûyne û hêj me bawerî heye ku dê di meh a Xizeyran a dahatî Vîza bihê labirin. Eger ev nebe divê Erûpa li hêvîyê nebe ku Turkîya rêkkevtinê bi cih bihîne.