Şer û pevçûn li Qamişlo giran bûye
K24 – Qamişlo
Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, 2 endamên Asayişa Rojava li bajarê Qamişlo şehîd bûn û 8 endamên hêzên girêday hikumeta Sûriyê hatin kuştin.
Peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragihand ku, bi sedema ku endamên artêşa Berevaniya Niştîmanî ku dest danîn ser otomobîleke tirafîka Rojava, ji ber vê yekê pevçûnên dijwar nêzîkî çarkoşeya ewlehiyê ya li nava bajêr de derketin.
Di encama şer û pevçûnan de, 2 endamên Asayişa Rojava şehîd bûn, herwiha 2 endamên di jî birîndar bûn. Ji aliyê hêzên Beravniya Niştimanî jî, 8 endamên hatin kuştin. Herwiha xalên pişiknînê yên girêdayî Asayşa Rojava karîn 12 endamên hêza Bervaniya Niştîmanî bigirin.
Ji ber tunidiya şer û pevçûnan li nava bajêr, bazara Qamişlo hat girtin û bi dehan kesên sîvîl li nava kolanên de asê man.