Şer û pevçûn li Qamişlo berdewam in

Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, şer û pevçûn di navbera Asayişa Rojava û hêzên Berevaniya Niştimanî derket, di encamê de 2 endamên Asayişa Rojava li bajarê Qamişlo şehîd bûn û 8 endamên hêzên girêday hikumeta Sûriyê hatin kuştin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3b151028-6ee8-4e5d-badb-715baca9cc93/rewsa%20ser.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, şer û pevçûn di navbera Asayişa Rojava û hêzên Berevaniya Niştimanî derket, di encamê de 2 endamên Asayişa Rojava li bajarê Qamişlo şehîd bûn û 8 endamên hêzên girêday hikumeta Sûriyê hatin kuştin.

Bi sedema ku endamên artêşa Berevaniya Niştîmanî ku dest danîn ser otomobîleke tirafîka Rojava, ji ber vê yekê  pevçûnên dijwar nêzîkî çarkoşeya ewlehiyê ya li nava bajêr de derketin. Di encama şer û pevçûnan de, 2 endamên Asayişa Rojava şehîd bûn, herwiha 2 endamên di jî  birîndar bûn. Ji aliyê hêzên Beravniya Niştimanî jî, 8 endamên hatin kuştin. Herwiha xalên pişiknînê yên girêdayî Asayşa Rojava karîn 12 endamên hêza Bervaniya Niştîmanî bigirin.  

Ji ber tunidiya şer û pevçûnan li nava bajêr, bazara Qamişlo hat girtin û bi dehan kesên sîvîl li nava kolan û barazan de asê man. 

Xalên Asayişa Rojava karîn nêzî 12 endamên artêşa Berevaniya Niştimanî bigrin ,her wiha 8 endamên girêdayî hêzên ewlehiyê hatin kuştin. Ji aliyekî din ve jî Asayişa Rojava karî dest danin ser nanxaneya sereke ya bajarê Qamişlo  û qadên çûnûhatinê li taxên ku şer li wan birêve diçin. Herwiha hêzên Parastina Gel (YPG) otombêleke rêjîmê teqandin.