Salih Musilm: Zîndanî yên jêr desthilat a rijêm ê dê rizgar bikin.
K24- Hewlêr:
Hevserok ê Pertî ya Yekêtî ya Dîmukrat(PYD), Salih Muslim, di kongireyek a rojnamevanî de nûtirîn pêşhat ên rewş a Suryayê behs kir.
Hevserok ê PYDyê ragehand: Eger çi dîrok a tîror ê bo 2000 salan divegere, lê niha wan li deverê nûtirîn çek ên pêşkevtî hene.
Herweha got: Ev tîrorist ji welat ên Ewrûpayê ve diçin di rêz a Daişê de û berê meşq bi wan dihê kirin û bi rê ya Turkîyayê jî re dihên di nav Suryayê de.
Li ser pêkdadan ên di navber a Yekîne yên Paraztin a Gel û asyaîş a Rojava li gel hêz ên rijêm a Esed, Salih Muslim, got: Rijêm bi eger apiştîvanî ya Rûsyayê hûre ya bilnd bûye û weha dizane ku diakre her tişt bike, me jî ew agahdar kirin ku ew nekarin wek desthilat reftarê bikin.
Got jî: Hinek çargoşe yên asayîşî di nav Qamişloyê de hene, ku avahî û dezgeh ên hikumetê ne û me jî bawerî heye ku ew dezgeh bo xizmet a xelkê bin, nekû rijêm.
Herweha got: Eger a veman a wan jî ew bû ku heya niha Netewe yên Hevgirtî reftarê li gel dikin. Bo nimûne, Heyv a Sor a Soryayê heye, dibe rê bidîn û me jî peywenî hebe bo xizmetkirin agel ê me.
Amaje bi wê yelkê jî kirk u gelek kes û alî PYD bi wê yekê tawanbar dikirin ku peywendî li gel rijêm a Suryayê heye, lê rastî ya evê pirsê bi vî awayîye, ku em li gel gel ê xweyîne û bo berjewendî ya gel ê xwe kar dikîin.
Salih Mûslim aşkera jî kir, ku di nêzîktirîn de dem de, evro yan sûbe, ew zîndan a ku bûye çeveng a veçewsandin a Kurde li Qamişloyê, û li jêr desthilat a hêz ên rijêm û Kurd bîrewerî yên naxweş li gel heye û evro rizgar dibe.
Hevsrok ê PYD xuyakir, Kurd, Ereb û Siryan bi hev re daxwaz a Fîdralîyê dikin bo aynde ya Suryayê û ev yekparîeyî ya Suryayê diparêze.
Li ser sîyaset a Turkya û Seûdîye jî got: evan welatan divên Beşar nemîne û kesek ê ser bi wan re bihê danan wek serok. Herweha divên Beisê bikeve, lê hizbek a ser bi wan desthilatê bixin dest ên xwe û ev welat ên hanê bo berjewendî ya xwe kar dikin û ji xem a aynde ya Suryayê nine.