Demîrtaş: Başurê Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve diçe

Herwiha Hevserokê Partiya Demokratî a Gelan(HDP) Selahidîn Demîrtaş ku, eger şerê li Bakurê Kurdistanê berdewam bike dê bi milyonan Kurd,berê xwe bidin Ewropayê.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratî a Gelan(HDP) Selahidîn Demîrtaş ragehan ku, Kurdan li ser asta cîhanî serkeftinên mezin bi destxistine, aşkere kir ku, Başurê Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve diçe.

Derbarê vê mijarê Hevserokê Partiya Demokratî a Gelan(HDP) Selahidîn Demîrtaş di hevpeyîvêna xwe ya ligel kovara "Der Spiegela" a Alemanî wiha got: "Kurdan li seranserî cîhanê serkeftinên mezin bidest xistine, li Rojava fedralî bi cih dibe, li Bakur daxwaza demokrasiyê tê kirin, başurê Kurdistanê ber bi dewlebûne ve diçe."

Demîrtaş Serokomarê Tirkiyê Recep Tayb Erdogan tometbar dike û dibê je ku, ew dixwaze xilafetekî ava bike, tekez dike ku, Erdogan nikare bi rêyên siyasî dijayetiya wan bike, herwiha nikara wan rawestîne.

Herwiha Hevserokê Partiya Demokratî a Gelan(HDP) Selahidîn Demîrtaş ku, eger şerê li Bakurê Kurdistanê berdewam bike dê bi milyonan Kurd,berê xwe bidin Ewropayê.

Berî niha Hevserokê Partiya Demokratî a Gelan(HDP) Selahidîn Demîrtaş ligel Wezîrê Derve yê Almanyayê hevdîtin pêkanîbûn, di hevdîtinê aşkere kirbû ku, PKKê amadeye çekan deyne.