Li Qamişlo Desteya Tendirûstiyê amarên şer ragehand

Di sê rojên borî de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şerûpevçûn derketibûn, duh, êvarî agirbest di navbera YPGê û rejîma Sûriyê hate ragehandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/961e9d79-7cb3-4811-970f-91a8312c4038/Ebir%20esaf%2002.ism/manifest

K24-Qamişlo

Seroka Desteya Tendûristiyê li Kantona Cizîrê Ebîr Esaf ragehand ku, di şerê dawî yê Bajarê Qamişlo 10 şervanên YPG û 17 welatiyên sivîl şehîdbûne.

Derbarê amarên giştî yên şerê ku, sê rojan li bajarê Qamişlo dokirî di navbera Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û rejîa Sûriyê de, Seroka Desteya Tendûrîstiyê li Kantona Cizîrê Ebîr Esaf ji K24ê re daxuyaniyek belav kir tê de amarên giştî yên wî şerî ragehand.

Li gor Esaf di wî şerî de 10 şervanên Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û 17 welatiyên sivîl şehîdbûne, herwiha 31 alîgirên rejîma Sûriyê di wî şerî de hatine kuştin.

Derbarê hejmara birîndaran jî Seroka Desteya Tendûrîstiyê li Kantona Cizîrê Ebîr Esaf da zanîn ku, heta niha 20 birînda li nexweşxaneyan mane, ji wan 3ê birînda pêwîstiya wan bi emilyatan heye, lê ew birîndar bo dermankirinê pêwîstiya wan bi derketina li derveyî Rojava nîne.

Di sê rojên borî de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şerûpevçûn derketibûn, duh, êvarî agirbest di navbera YPGê û rejîma Sûriyê hate ragehandin.