Li Mêrdînê civîn û xwepêşandan hatin qedexe kirin
K24- Navenda Nûçeyan
Li Mêrdînê civîn, çalakî, xwepêşandan û civînên çapemeniyê hatin qedexekirin.
Derbarê wê qedexeyê Parêzgariya Mêrdînê daxuyaniyek belav kir, tê de li tevayî parêzgeha Mêrdînê ji bu 30 rojan hemû coreyên civîn, çalakî, daxuyaniyên çapemeniyê û xwepêşandan qedexe kir.
Parêzgariya Mêrdînê di vê derbarê de daxuyaniyek da û wiha got: "Egera wê yekê heye rêxistina terorê Mêrdînê ji bo propagandaya xwe bikarbêne û ev jî ji bu, ewlekariya welatiyan metirsîdare."
Qedexe ji roja 22ê Nîsanê ve destpê kir û wê 30 rojan berdewam bike. Li gorî biryarê bi ti awayî destûr nayê dayîn ku, çalakî, civîn, xwepêşandan, daxuyaniyên çapemeniyê û vedana çadiran pêkwerin.
Li aliyê din qdexeya derketina derve ya 14ê Adarê li Nisêbînê hatî ragihandin, hê jî berdewam dike.