2 birîndarên Qamişlo bo Başûrê Kurdistanê tên veguhastin

2 kesên ku di encama şer û pevçûnên Qamişlo de birîndar bibûn bo nexweşxaniyên Başûrê Kurdistanê hatin veguhestin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1656f430-d8a8-4356-a67f-54805d8d7e8c/brindar%20%E2%80%93%20qamishlo%20%E2%80%93%20rojava.ism/manifest

K24 – Qamişlo

2 kesên ku di encama şer û pevçûnên Qamişlo de birîndar bibûn bo nexweşxaniyên Başûrê Kurdistanê hatin veguhestin.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragihand, du birîndarên şer û pevçûnên Qamişloyê de, du birîndar bo nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê hatin veguhastin. Her du Kesên brîndar jî ji melbatekê ne û di encama evêtina topekê de ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê li ser taxa Zeytoniyê hatibûn armanckirin.

li gor Fêsel Îbrahîm ku yek ji malbata birîndarekî ye, ji K24ê re ragihand ku, ku pêdeviya birîndarê wan bi destêwerdaneke tendirustî ya taybet heye û ev yek li Qamişlo beyda nabe.

Rêveberê Deriyê sînorî yê Pêşxabûr Şewket Berbûharî  ji K24ê re ragihand ku, şeva borî ciwanekî Rojavayê Kurdistanê bi çekî qensa birîndar bûbû, ji ber dijwariya birîna wî malbata wî xwastin derbasî Başûrê Kurdistanê bikin, lê Asayîşa Rojava rê li ber wî girtin û nehêştin derbas bibin.

Serokê Hermêma Kurdistanê Masûd Barzanî wek destpêşxerî û hevkariyekê bo Rojavayê Kurdistanê biryar da, nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê bo wergirtina birîndarên şerê Qamişlo di amadebaşiyê de bin.