Li Mêrdînê pêşangeha makîneyên cotkarî hate vekirin

Pêşengeha ku, 125 şîrket beşdar in, dê 4 rojan berdewam bike

K24-Mêrdên

Îsal cara 3yemîn e ku, li Mêrdînê Pêşengeha Cotkariyê tê vekirin. Di pêşengehê de, makîneyên cotkarî, dermankirin, ambulanjkirin û sîstemên avdaniyê, traktor û berhemên teknolojîk hatin danasîn.

Di axaftinên vekirina pêşengehê de şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê weke astengiyeke mezin li pêşiya pêşveçûna abûriya herêmê hat nirxandin. Serokê Herêma Pîşesaziya Orgînîze ya Mêrdînê Abdulnasir Duyan behsa derfirotina ji Mêrdînê kir û got: "Di sala 2014an de ji Mêrdînê bihayê milyarek dolar îxracat hatiye kirin lê belê di sala 2015-an de 150 mîlyon dolar kêm bûye û sedema kêmbûna îxracatê jî şer û aloziyên li Bakur nîşan da."

Wezîrê Cotkariyê yê Herêma Kurdistanê Abdulsettar Mecîd jî li gel hejmareke parlementer û karsazên Herêma Kurdistanê beşdarî pêşengehê bû. Karsazên ji Başûr hatine bi karsazên Bakur û Tirkiyê re gelek peymanên bazirganî îmze kirin. Wezîr Mecîd jî di axaftina xwe de got ku,  ew dixwazin ji derfet û teknolojiya li Tirkiyê û Bakur sûd verbigrin. Mecîd xemgîniya xwe ji pevçûnan jî anî ziman û gazî dewlet û aliyên PKK-ê kir ku bi rêya axaftinê pirsgirêkên xwe çareser bikin da ku abûrî jî neyê astengkirin.

Li gorî salên berê hejmara şîrketên ku, ji bajarên rojavayê Tirkiyê beşdarî pêşengehê bûne zêdetir bûn. Lê belê hejmara şîrketên bajarên Bakur kêmtir bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ehmed Turk jî behsa şer û pevçûnên li Rojava û qeyrana abûrî ya li Başûr kir û wiha ji K24ê re  got: "Di nav bajarên Tirkiyê de di sala 2014-an de herî zêde ji Mêrdînê derfirotina xurekê hatiye kirin." Turk got, 190 kîlometre dirêjahiya sînorê Mêrdîn û Rojava heye û di rewşeke aram de dê Mêrdîn alikariya pêşketina her du herêman jî bike.

Jiji aliyê din ve pêşengeha ku, 125 şîrket beşdar in, dê 4 rojan berdewam bike. Pêşengeh li kêleka balafirxaneya Mêrdînê ye. Rayedarên şîrketa organîzasyona pêşengehê çaverêdikin ku di 4 rojan de ji 100 Hezaran zêdetir kes serî li pêşengehê bidin.