Serdana Merkel ya bo Tirkiyê berdewam dike

Bi armanca çareserkirina pirsa penabran Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel serdana Tirkiyê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Serdana Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ya bo Tirkiyê berdewam dike. Merkel li bajarê Dîlokê tevî Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu û Serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk li zanîngeha Dîlokê  beşdarî bernameya Alîkariya Penaberên Sûriyê bû û civîneke çapemenî lidarxist.

Di civînê de Şêwirmenda Almanyayê Merkel got, îro dîtine ku, Tirkiyê, ne tenê pêşwaziya penaberan kiriye, di heman demê de firsend jî daye penaberan.

Merkel got, her wiha li kampan derfeta xwendinê bo zarokên penaber hatiye danîn û bo xebatên pêş jî amadekarî heye.

Merkel da zanîn, ji bo koçberên Sûriyê ku, li derveyî kampan dimînîn planên Yekîtiya Ewropayê hene û derbarê mijarê penaberan de gotubêjên berfireh kirine.

Bi armanca çareserkirina pirsa penabran Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel serdana Tirkiyê kir.