Başûrê Kurdistanê 14 ton derman dişîne Qamişlo

Başûrê Kurdistanê hevkariyeke bizîşkî bo birîndarên şerê Qamişloyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Başûrê Kurdistanê hevkariyeke bizîşkî bo birîndarên şerê Qamişloyê.

Peyamnêrê K24ê li dergeha sînoî ya Pêşabûrê ragihand ku, îro zêdetirî ji 14 ton derman û pêwîstiyên bizîşkî wek hevkariyekê ji Başûrê ji birîndarên bo bajarê Qamişloyê, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Şandina vê hevkariyê tê, piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî biryar dabû nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê ku deriyên wan li pêş birîndarên Qamişloyê vekirî bin.

Pêr, Yekem birîndarên şer û pevçûnên Qamişlo bi mebesta wergirtina çareseriya bizîşkî, gihêşte Nexweşxana Giştî ya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê.

Asayişa Rojava, duh rê nade 3 birîndarên Qamişlo yên ku di encama şerê dawî de birîndar bûne ji Rojava derbasî başûrê Kurdistanê bibin bo wergirtina çareseriya tenduristî.  

Desteya Tendûristiyê li Kantona Cizîrê ragehand ku, di şerê dawî yê Bajarê Qamişlo 10 şervanên YPG û 17 welatiyên sivîl şehîd bûne û bi dehan kes birîndar bûne.