Endamekî ENKSê PYDê bi şewitandina nivîsgeha wan tuhmetbar dike

Endamekî Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi şewitandina Nivîsgeha ENKSê li Girkê Legê tuhmetbar kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/95fbbc00-cc59-4035-9b77-2fab03e8d899/ENKS%20ofis%20PYD%20Shermeza1r.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Endamekî Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi şewitandina Nivîsgeha ENKSê li Girkê Legê tuhmetbar kir.

Endamê Nûnetiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê Seyid Xefûr Berzencî derbarê şewitandina Nivîsgeha Xwecehî ya ENKSê li Girkê Legê de ji K24ê re got: “PYD berpirs e, partiyên di nava Rêveberiya Xweser de jî ne bi destê xwe ne. em wek ENKS em vê yekê şermezar dikin û bi TEV-DEM zanibe ku pêşeroj ne ji wê re ye.

Li Girkê Legê duh danê êvarê, Nivîsgeha Xwecihî ya ENKSê ji aliyê du xortên nenas ve hatibû şewitandin.

Herwiha Duh, Asayîşa Rojava nivîsgehên her du partiyan Yekîtiya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) li bajarokê Til Temir girtibûn, ENKS jî girtina her du nivîsgehan bi daxuyaniyekê şermezar kir.