Li Êlihê 3 hezar pirtûk hatin belav kirin

Ev proje bi pirtûkên ku, li bajarên cuda bên belavkirin dê berdewam bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d3fb9f29-eae5-4e1d-885e-11db5054bb4f/ElihePirtukHatinBelawkirin-Ankara.ism/manifest

K24-Êlih

Li Êlihe ji bo xwendekarên ku, li gunda dixwînin di çerçova projeya bi navê  "Tû jî ji tarîtiyê re çirayekê Pêxe " 3 hezar pirtûk hat belav kirin.

Ji bo xwendekarên ku, li dibistanên gûnd û bajarokên ku, li ser Êlihe ne û di dibin bandora şer û pevçûnan de mane di nava 8 mehan de15 hezar pirtûken romanî û pirtûken ku, ji çiroka pêktên hatin belav kirin.Di vê demê de jî li bajaroka Hezo ya li ser Êlihe,li 6 dibistanên gundanyên bi navê Aynçirik, Hafikê,Mîrarik,Seyîthafî û li dibistana binavê Melkişê bi tevahî 3 hezar pirtûk hat belav kirin.

Ev proje ji bo bi pêşketina perwerdahiya zarokan û ji bo baştirbûna derûniya xwendekarên gundan hatiye destpe kirin.

Derbarê vê projeyê Birêveberê Real Konak ê ya li ser Êlihê Hiseyn Aslan ji K24ê re wiha got:"Kampanya ya me kampanyaya " Tû Jî Tarîtîye Re Çirakeyekê Pexê " ye û 8 meha ye ku, ez vê kampanyayê bi dilxwazî dimeşînim.Heta îro, li Şirnêx,Cizîr,Silopî,Colemêrg û Geverê bitaybetî jî deverên ku, şer û pevçûn lê çêbûne me nezîkî 15 hezar pirtûk belav kir.Îro jî li 6 gundênHezoyê me 3 hezar pirtûk belav kirin.Daxwaza me ew e ku şagirtên me bixwînin ji xwere jê sûde wergirin."

Pirtûkên ku, hatine komkirin bihevkariya mamosteyên gundan dixebitin hatin belav kirin. Ev pirtûk di serî de li bajarên Bakurê Kurdistanê hemû bajarênTirkiyê hatine kom kirin. Rayedarên perwerdehiyê jî ji bo belavkirina pirtûkan alikarî dan mamosteyan.

Derbarê vê babetê Wekîlê Midûrê Perwerdehiyê ya Bajaroka Hezoyê Mehmet Nezîr ji Ku24ê re wiha axifî:"Ji tevahiya bajarênTirkiyê pirtûk hatin. Nezîkî 2 hezar û 500 û 3 hezar pirtuk me li xwendakarên xwe yên dibistanê yên gundan belav kir."

Xwendekarên ku, pirtûk wergirtin kefxweşiya xwe bo Kurdistan24 ê ragihandin.

"Navê min Îbrahîm e, ez di çimpola 4emîn. Pirtûkên me kêmbûn niha dane me zêdebûn,emê bixwînin,emê jîrtir bibin.Em spas dikin ew ê ku, ev pirtûk ji me re anîne,ew gelek başin."

"Ez di çimdibistana Seyîthafî dixwînim.Pirtûkan didin me,spas dikim ewê kupirtûkan didin me,pirtûkên me kêm bûn,pirtûk ji me re anîn zêde bûn. Em ê wan bixwînin, em dê wan fam bikin."

Bi belavkirina pirtûkan zarok kêfxweş dibin û demeke kurt be jî zarok ji bandorane xweşya ku, derbarê şer û pevçûnan de li ser wan kiriye dûr dikevin. Her wiha ev proje bi pirtûkên ku, li bajarên cuda bên belavkirin dê berdewam bike.