Rejîma Sûriyê di şeş rojan de 48 sivêl li Helebê kuştin

Rewangehê da zanîn ku, di şeş rojên borî de li navçeyên di bin kontirola Opozîsyonê de li bajarê Helebê 48 kesên sivîl ji encama bombarankirina firokeyên rejîmê hatine kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Şeva borî firokjeyên rejîma Sûriyê nexweşxaneya taxa Sûkerî ya bajarê Helebê ku, dibin kontirola Opozîsyona Sûriyê de bombaran kirin, di encam de 20 kes hatin kuştin, di nav de 3ê zarok pizîşkek û 3ê zarok hene.

Derbarê amarên nû yên şerê bajarê Helebê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek li ser malpera xwe belavkir, tê de tekez kir ku, di encama bombaran kirina firokeyên rejîma Sûriyê li ser taxa Sûkerî li bajarê Helebê 20 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Rewangehê di nav wan kuştiyan de sê zarok hebûn, herwiha tenha pîzîşkê ku, li wê navçeyê zarok derman dikirin ew jî di nav kuştiyan de bû.

Rewangehê da zanîn ku, di şeş rojên borî de li navçeyên di bin kontirola Opozîsyonê de li bajarê Helebê 48 kesên sivîl ji encama bombarankirina firokeyên rejîmê hatine kuştin, herwiha 49 welatiyên sivîl li navçeyên di bin kontirola rejîmê de jî hatine kuştin.