Brazanî bo Turkîyayê: Divê ji bo pêşkevtinê, kar bo bi dest vehînan a akincîyê bikîn

Mesûd Barznî, serok ê Herêm a Kurdistanê, pêşwazî kir li wezîr ê perepêdan a Turkîyayê û li mîyan a kombûn a di navber a herdû alîyan de, ragehand, Herêm a Kurdistanê û Turkîya di cografîyek a hevpişik de dijîn û divê ji bo werar û pêşkevtin kar bihê kirin bo bi dest vehînan a akicî û tenahî û asayîşê.

Brazanî bo Turkîyayê: Divê ji bo pêşkevtinê, kar bo bi dest vehîênan akincîyê bikîn

K24- Hewlêr

Mesûd Barznî, serok ê Herêm a Kurdistanê, pêşwazî kir li wezîr ê perepêdan a Turkîyayê û li mîyan a kombûn a di navber a herdû alîyan de, ragehand, Herêm a Kurdistanê û Turkîya di cografîyek a hevpişik de dijîn û divê ji bo werar û pêşkevtin kar bihê kirin bo bi dest vehînan a akicî û tenahî û asayîşê.

Li gor amlper a serokatî ya Herêm a Kurdistanê, li kombûnê de, Barzanî tekez kirîye li ser pêşxistin a peywendî yên di navber a Herêm a Kurdistanê û Turkyayê û xuyakirîye ku herdû alî gesû yê hevin û di yek cugrafîyayê de dijîn û divê ji bon a werar ûpêşkevtinê de, kar bihê kirin bo bi dest vehînan a asayîş û akincîyê.

Herwha herdû alîyan ra û nerîn ên xwe veguhertin li ser rewş a sîyasî û asayîşî ya Îraqê û deverê bi giştî û Surya  û şerr ê dijî tîroristan bi taybetî, tekez kirin jî li ser rawêj û peywendî yên berdewam bo dawaîn pêşhatan.

Li beranber, wezîr ê perepêdan a Turkîyayê, Cewdet Yelmaz, silav ên serok komar û serok wezî ên Turkîyayê gehandin serok ê Herêm a Kurdistnaê.

Herweha ji bilî amajdanê bi girngî ya Herêm a Kurdistanê ragehanîye, bi wan başe ku mîkanîzmek a hevpişik bo pêşxistin û werar a abûrîyê bidanin.

Xuya jî kir, Turkîya piûtîvanî ya akincî û asyaîş a Herêm a Kurdistanê dike û asayîş, akincî û pêşkevtin a Herêmê yeksane bi asayîş û akincî û pêşkevtin a Turkîyayê û armanc a Turkîyayê ewe, peywendî yê xwe di hemû bwaran de li gel Herêm a Kurdistanê pêş bixe.

 Herweha ragehand, di demkê de bi eger a şerr ê Daişê, hatin a nêzîkî dû milyon aware û penaxwaz bo Herêmê, dakevtin a nirx a petrolê, tengioje ya abûrî û nehinartin a pişk a budce ya Herêmê ji alîyê Bexdayê ve, Herêm kevtibû tengijeyek a gelek mezin lê gelek bi başî,rêvebrî ya evê tengijeyê hatîye kirin û ez di wê bawerîyê de me eger her hikumetek a din baye da hevrûşî arîşe yên mezin be , lê Herêm a Kurdistanê, bi serkevtî xwe li bernaber qebûyan diragire.