Li Nisêbînê: Sê leşker kuûştî 14 birîndar

Li navçeya Nisêbînê qedexeya derketina derva û operasyon di roja xwe ya 49an de berdewam e.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbînê di encama şerûpevçûnên di navbera Yekîneyên Sivîl(YPS) û Artêşa Tirkiyê, 3ê leşkeran canê xwe ji dest dan, 14 leşkerên din jî birîndar bûn.

Serekaniya Tirkiyeyê ragihand ku, li bajarê  Mêrdînê navçeya Nisêbînê bombeya hatibû danîn dema hêzên ewlekariyê dixwestin tine bikin, endamên PKKyê bi roket û çekan erîşê leşkeran kirine. Di encamê de 3 leşker canê xwe ji dest dane 14 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar li nexweşxaneyan hatin vegûhestin.

Li navçeya Nisêbînê qedexeya derketina derva û operasyon di roja xwe ya 49an de berdewam e.