Êrîşa rejîma Sûriyê li ser Helebê berdewam e

Bajarê Helebê bi 310 kîlometreyan ji Şamê dûre.

K24-Navenda Nûçeyan

Tevî ku, agirbesta li Şam û Laziqiyê hatiye ragehandin lê Operasyonên rejîma Sûriyê û Rûsyayê li ser bajarê Helebê berdewame, şeva borî jî firokeyên rejîmê 30 êrîş birine ser bajarê Helebê, di encamde bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin.

Derbarê wan êrîşan Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de da zanîn ku, firokeyên rejîma Sûriyê û yên Rûsyayê li bajarê Helebê 30 êrîş birine ser navçeyên dibin kontirola opozîsyona wî welatî de.

Ji aliyê xwe Encûmena Asayîşa Navdewletî berî niha ragehandibû ku, rejîma Sûriyê sivkatiyên bi jiyana welatiyên sivîl dike.

Rewangehê da zanîn ku, di van neh rojîn berdewamiya şer li Helebê 250 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane, di nav wan de jin û zarok jî hene.

Bajarê Helebê bi 310 kîlometreyan ji Şamê dûre.