DAIŞ 4 Ciwan bi tometa alîkariya hevpeymaniya Navdewletî kuştin

Di dema dawî yê de kesên ku, bi tometa pêwendiyên ligel pêşmerge û alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyê DAIŞê ve têne kuştin zêde bûne.

K24-Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê li bajarî Reqayê 4 ciwan bi tometa ku alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî kirine û bûne sedema kuştina misilmanan kuştin.

Derbarê kuştina wan her çar ciwanan Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, wêneyên çar ciwanan ku, ji Rewayê giheştina Rewangehê DAIŞê ew ciwan bi tometa alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kirine.

Li gor Rewangehê wneyên wan ciwanan bi cilûbergên rene Piteqalî bûn û destên wan girêdayîbûn, aşkere kir ku, DAIŞê ew li cihê ku, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bombebaran kirbûn kuştin.

Di dema dawî yê de kesên ku, bi tometa pêwendiyên ligel pêşmerge û alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyê DAIŞê ve têne kuştin zêde bûne.