PDK gêngeşe ya pêşhat ên sîyasî dike

Mekteb a sîyasî ya Partî ya Dîmukrat a Kurdistan(PDK)yê, bi speriştî ya Mesûd Barzanî, serok ê PDKyê û Herêm a Kurdistanê di kombûnê de ye.

K24- Hewlêr

Mekteb a sîyasî ya Partî ya Dîmukrat a Kurdistan(PDK)yê, bi speriştî ya Mesûd Barzanî, serok ê PDKyê û Herêm a Kurdistanê di kombûnê de ye.

Li gor zanyarîyan PDK di kombûnê de gêngeşeyê dikin li ser pêşhat ên dawî yên rewş a sîyasî ya Îraqê û Herêm a Kurdistanê.

Kombûn a Mekteb a Sîyasî ya PDKyê, di demekê de ye rewş a sîyasî ya Îraqê bi kawdan ên hestîyar re dibûre, roj a 30/Nîsanê xwepîşander ên Bexdayê çûne di nav perleman a Îraqê de û ji bilî ji karxistin a kombûn a perlemanê, sivikî bi endam ên perlemanê kirin ku hijmarek a wan Kurd bûn û li wir asê mabûn û piştî hewlek a mezin şîyan ji dest xwepîşanderan xwe rizgar bikin.

Ji alîyek a din ve, li Herêm a Kurdistanê, hewl hene bo ji hev nêzîkbûn a alî yên sîyasî, bi merem a rêkkevtinê li ser arîşe yên hindûrî û rêk vexistin a nav mal a Kurd li Başûr a Kurdistanê daku xwedî gotarek a hevgirtî bin li beranber bûyer û pêşhatan.