Li 11 gundên Licê qedexe hat ragihandin
K24 – Diyarbekir
Li 11 gundên navçeya Lîcê ya Diyarbekirê ji ber operasyonên li hemberî PKK’ê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li gorî daxwiyaniya Qeymeqamiya navçeya Licê, îro ji saet 11.00ê û pê de, dê li derdora gundên bi navên Abali, Ortulu, Saydamlî, Yalimli, Akçabudak, Ulucak, Kilinçlî, Yorulmaz, Baharlar, Bayirli û Hedîkê dê operasyonê hêzên ewlekariya Tirkiyê birêve biçe.
Qeymeqamiyê, ji welatiyên sîvîl xwest ku heta daxwiyaniyeke dî ji ber pirsgirêka ewlekariyê divê ti kes dernekevin jiderve.