Amerîka: Divê Esed pabendî agirbestê bibe

Koçka Spî ya Amerîkayê dibêje, divê Beşar Esed pabendî agirbestê bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Koçka Spî ya Amerîkayê dibêje, divê Beşar Esed pabendî agirbestê bibe.

Berdevkê Koçka Spî ya Amerîkayê Josh Earnest, îro di konfiranseke rojnamevanî de ragihand ku, divê hikûmeta Beşar Esed pabendî agirbestê bibe û operesyonên xwe rawestîne.

Herwiha Earnest got jî, avakirina deverên ewle li bakurê Sûriyê, niha ne çareyek e.

Earnest amaje bi Rûsya kir û got: “Em dixwazin bibînin ku Rûsya jî guvaşê li rêjîma Esed dike, bo pabendiya bi agirbestê.”

Ji 21 Nîsanê ve, rêjîma Sûriyê dest bi operesyonan li Helebê kiriye, ku heta niha bêhtir ji 250 kesî canê xwe jidest dane û bêhtir ji hezar û 500 kes birîndar in. civaka navdewletî jî hewl dide agirbesta li Sûriyê ji nû ve têxe warê cibicîkirinê, ku Heleb jî li xwe bigire.